Language | English | Kurdî

                 
 

rÊveberiya hunerÊn sÎnema duhok

 
     
 


Viyan Mayi

Vıyan MayıGiringiya sînemayê bo her miletekî gelek e û bi taybetî bo miletê me yê kurd, ji ber ku sînema xodîka gelan e. Gel tê da ziman, dîrok, kultur, hebûn û hemî rengên jiyana xwe dbînît û herwesa pê di nav cîhanê da tête dîtin û nas kirin. Rewşenbîriya miletê me yê kurd zêdetir bi şêweyê devkî hatiye belav kirin û veguhastin. Kulturê me bi stiran û çîrokan ji nifşekî bo nifşekê dî di nav miletî da belav bûye. Dîroka me kêm hatiye nivêsandin û yên dîroka me nivêsiye jî zêdetir dîroknivêsên biyanî bûne. Hêşta gelek pêgotin û serhatî yan jî stiran bi vegohastineka devkî di nav miletê kurd da mane, lewa gelek giring e sînema wan ragirît û biparêzît berî ku ew winda bibin. Sînema dirok, cografî, wêje, ziman û gelek rengên jiyanê bi xwe ve digirît. Ew hemî beşên hunerî wek wêne, muzîk , stiran û niwandin bi xwe ve digirît. Modêla jiyana kurdewarî, ya ku mixabin di rêya berzebonê da ye, bi rengîniya xwe ve dê pê hête parastin. Ciwaniya welatê me û taybetmendiya miletê me mîna wekheviya jin û mêran, ku jin li Kurdistanê ji hemî jinên deverê azadtir e û mil bi milê zelamî ve di cihê karî û biryarê da ye, dê di sînemayê da gelek aşkira hête diyar kirin. Herwesa sînema dikarît li kesayetiyên me yên binavûdang yên ku bi çîrok û stiranan hatine nas kirin bibît xudan.

Zêdeyî huner û çand û kulturê, sînemayê giringiya xwe heye di destnîşankirina arîşeyên civakî û dîtina çareseriyan di filman da. Ew kartêkirina filmek diket belkî ji nivîsekê, simînarekê, stiranekê yan hozanekê bihêztir e; lê gelek giring e ew filmê em jê dibêjîn bi şêweyekê hunerî û zanistî bête dirust kirin da kartêkirina wî ya erênî bît. Lewa em herdem dîbêjîn em wek milet xudan dîrokeka kevnar û kulturekê ciwan în, lê bi salan e em ji hemî layan ve tûşî dagîrkirineka dijwar û bi taybetî hêrişên kulturî bûyne. Lew pêdivî ye em gelek hişyar bîn û xwedî li çand û kultura xwe derkevîn. Em wek sînemakar gelek caran kamîreyê wek çek binav dikeyn. Helbet çek gelek caran bû berevaniyê û xweparastinê hatiye bi kar înan, lê caran bi xeletî jî hatiye bi kar înan. Anku mirov dikare xwe jî bi wî çekî bikojît. Êdî daku kamîreya me bi şêweyekê dirust bête bi kar înan, gerek e em wê bi dilsozî û şêwekeyê ekadîmî bi kar bînîn

Viyan Mayi
Rêvebera Rêveberiya Hunerên Sînema Duhok

 

Rêveberiya Hunerên Sînemayê li Duhok ê


Rêveberiya hunerên sînema li destpêka  sala 2007 ê li Duhokê ji layê Viyan mayi ve hate damezrandin. Ev rêveberiye girêday wezareta rewshenbîrî u lawane. Merema serekî ji danana vê rêveberiyê ew bû ku xizmeta sînemaya kurdî biket, û herwesa pirekê dirost biket di navbera sînemakarên kurd û sînemakarên cîhanî li dervey welatî. Sînema xodîka gelane û bi rêya sînemayê dê xwe nas kin û xwe weko millet deyne nasandin bo hemî gelên din. Ta niho encam di berçavin û çendîn bizav û çalakîyên sînemayî bi rêya vê rêveberiyê di bajêrê duhokê da hatine kirin, wek filmên dirêj, kurte film, filmên documênt, fîstevalên filman, nîşandana filman, û herwesa şandina karmendên vê rêveberiyê û çendîn sînemakarên kurdistanê bo dervey welatî ji bo merema pitir fêrbon û nêzîkbon ji karên sînemayî. Çendîn pirojên hevpişk rêveberiyê berhemînayne di gel gelek kompanîyên bi nav û deng yên cîhanî. Ev rêveberiye ji stafekê genc pêk hatiye ko li çend beşên cuda cuda kar diken.


Beşên Rêveberiyê
  1. Beşê kargêrî û xoyetî
  2. Beşê berhemhênan
  3. Beşê jimêryarî
  4. Beşê peywendîyan
  5. Beşê yasa
  6. Beşê koga û teknîk

Rêveberiya sînema duhok dê ya berdewam bît li ser xizmetkirina sînemaya kurdî bi rêya vekirna xolên fêrkirinê, nîşandana filman, gêrana fîstevalan û bi berhemên nu.

 
 
 
     
 
© 2011 Directorate of Cinema - Duhok. All Rgihts Reserved